Donald Trump ku ji roja dest bi wezîfeyê kir û vir ve hema bêjin hemû rayedarên li wezîfeyên girîng guhert, niha jî ragihand ku wê dîrektorê îstîxbarata neteweyî dest ji wezîfeyê berde.

Dîrektorê Îstîbarata Neteweyî Dan Coats ku serokê 17 saziyên îstîxbaratê yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, di 15’ê Tebaxê de dest ji wezîfeya xwe berdide. Serokê DYE Donald Trump bi xwe ev biryar ragihand ku eşkere bû bi Coats re li hev nake.

Trump mîna biryar û daxuyaniyên xwe yên girîng biryara der barê Coats jî bi rêya Twitterê ragihand. Her wiha diyar kir ku wê endamê kongreyê John Ratcliffe vê wezîfeyê bike.