Serokê DYE’yê Donald Trûmp li ser twîtterê daxuyaniyek da û got, “Eger Îran bi awayekî êrişî DYE’yê bike, em ê bi hezar qatî xurtir bersivê bidin.”

Malpera nûçeyan Polîtîco, bi agahiyên ku dispart du rayedarên Emerîkî îdîa kir, servîsên îstîxbaratê tespît kirine ku hikumeta Îranê plan dike ku li dijî Sefîra Bilind a DYE’yê ya li Efrîkaya Başûr sûîqestê bike. Marks weke yeka nêzî Trûmp tê naskirin.

Hate îdîakirin ku ev gefa havînê hatibû tespîtkirin, hefteyên dawî bêhtir şênber bûye.

Li gorî çavkaniyên Polîtîco, rejîma Îranê dixwaze tola general Kasim Silêmanî hilîne ku meha Çileyê li Bexdayê ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo diyar kir ku ew van agahiyan ‘cidî’ dibînin.