TUAY-DER a bal kişand ser gefa vîrûsa Koronayê, divê tavilê heyetek ku rêxistinên tenduristiyê yên serbixwe jî di nav de biçin Îmralî.

Komeleya Piştevanîyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehan a ji ber vîrûsa Korona daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gelek girtîgehan pîvanên paqijiyê li ber çavan nayên girtin û nayên pêkanîn û got: “Qawîş bi rêkûpêk nayên dezenfektekirin. Amûrên paqijiyê kêm in, saetên derketin derve sînordar in û ava ger bi rêkûpêk nayê dayîn.”

Di daxuyaniyê de daxwaz ji Wezareta Tenduristiyê hate kirin ku eger li girtîgehan vîrûsa Korona hatibe tesbîtkirin divê tavilê bi raya giştî re bê parvekirin.

 ‘DIVÊ HEYETA TENDURISTIYÊ BIÇE ÎMRALÎ’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hemû hevdîtinên rû bi rû hatine qedexekirin û tenê bi rêya telefonê hevdîtin tên kirin û ev hate gotin: “Lê li Girtîgeha Îmralî ya ku Birêz Abdullah Ocalan 21 sal in lê dimîne ev 21 sal in mafê telefonê hatiye rakirin. Divê mafê bi rêya telefonê ya hevdîtinê ji bo Birêz Ocalan û girtiyên din jî bên pêkanîn, dîsa ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan û her sê girtiyên din re pêk bê daxwaz dikin ku divê heyete ji rêxistinên tenduristiyê ya serbixwe jî li xwe bigire tavilê biçin Îmarliyê.”

Her wiha daxwaz hate kirin ku girtiyên nexweş hemû bên berdan.