Li Girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bilî binpêkirinên mafan berdana gelek girtiyan bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tê astengkirin.
Herî dawî girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê bi îşkenceya “benê berazan” re rû bir û man.
Li Girtîgehên Rihayê jî bi hinceta “ne di rewşa baş de ne” berdana 20 girtiyan hate taloqkirin.
Ji komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) Vahap Gunay, li ser mijarê û xebatên xwe axivî.
Vahap Gunay da zanîn ku li Amedê di nava 3 mehan de xwe gihandine 173 malbatan, anî ziman ku ewê daxwazên girtiyan û malbatên wan bi rêya partiyên siyasî veguhêzin Meclisê.
Gunay destnîşan kir ku di vê demê de pisgirêka herî mezin sirgunkirina girtiyan e û got:
“Em tax bi tax digerin û hewl didin xwe bigihînin malbatên girtiyan û hikumxwaran. Em hewl didin li navçeyên Bismil, Farqîn û Licê jî nûnertiyan vekin û xebatên xwe berfireh bikin. Ji bo ku hemû pirsgirêkên hiqûqî yên malbatan çareser bibin em dixebitin.
Gunay got:
Wezareta Dadê jî bi qasî me bi pirsgirêkên hevalên me yên li girtîgehan dizane. Em dixwazin ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin.”