Li Hatay, navçeya Samandagê li Yenî Parkê bi diruşmeya “Li hemberî rezervê Samandagê diparêzin” mîtîngek hatepêkanîn.

Di destpêkê de endamê Meclisa Şaredariya Samandagê Îbrahîm Aydogan axivî û got,

Desthilatdarî hewl dide mafê milkiyetê bike cihê rantê. Em ê ti carî destûrê nedin vê.”

Piştre Serokê Baroya Hatayê yê berê Parêzer Cîhat Açikalin axivî û got:

Em 16 meh in destwerdanên li ekolojî û demografya herêmê dikin.

Ev siyaseta berdewama qeyum e, Êdî bes e.

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM Partî, Tulay Hatîmogullari axivî û got;

Li herêma erdhejê, ji destpêkê ve cudakariyek mezin heye.

Ev cudakarî bi armanc guhertina demografîk tê kirin.

Wê li vir xaniyên komî ava bikin û kesên ne ji Samandagê ne, wê di wan xaniyên bi cih bikin.

Yek ji sedemên dijberiya me jî ew e ku bi êşa erdhejê êrîşî çand, bawerî, nirx û zimanê me dikin.

Em tu carî destûrê nadin van kiryaran.

Her niştecihê taxê wê li taxa xwe bimîne.

Divê her kes li dijî van sepanan berxwedanê bike.

Em ê bostek axa xwe jî nedin wan. Em ê teqez bi serbikevin.”