Serdanên şaredariyê yên Hevserokên DEM Partî, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî yên ji bo Cejna Qurbanê ji du milan ve dewam dikin.
Bakirhan li Sêrtê, Tulay Hatimogûllari jî li Mêrdînê serdana şaredariyan kirin.
Tuncer Bakirhan û şandeya pê re pêşî serdana Şaredariya Sêrtê kirin.
Tuncer Bakirhan li wir axivî û got; Eger em bi hevre bixebitin, yekîtiya xwe xurt bikin, kes nikare dest bide vîna me. Em ê bi hev re Tirkiyê bikin welaterkî emokratîk. Em ê hişemdniya xespê mahkum bikin.
Hevserokê Partiya Demê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re, paşê çûn serdana Şaredariya Misircê, ji wir jî berê xwe dan Tirba Veysel Karanî, paşê serdana esnafan kirin û cejna gel pîroz kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re jî, çûn serdana şaredariya Mêrdînê, ji wir jî berê xwe dan Şemrexê.
Hevşaredar Kudret Uçuk, Hamdîn Demîr û gel wan pêşwazî kirin.
Tulay Hatîmogûllari li pêşberî gel axivî û bal kişande ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û got: “Me dît ku siyaseta qeyûm çi dide windakirin. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em bi çalekî û dijberiya xwe siyaseta qeyûm vala derxbixînin-.
Hevseroka Dem’ê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku divê xebatênji bo gel tucaran ranewestin û got; Em ne mercê gilî ne, em mercê çareseriyê ne. Divê têgihiştina şaredarvaniyê bêyî derengî bixin derbasî jiyane bikin. Di vê wateyê de li her derê civînên gel bên pêkanîn û di dema civînan de her kesî beşdarî civînan bikin.”
Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re, piştre şaredariyên çûne serdana Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Artukluyê.