Hevseroka Giştî ya DEM Partî, Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, li navçeyên Riha, Curnê Reş, Wêranşar, û Serê Kaniyê serdanên cejnê kir.

Hatîmogullari û şandeya pê re ewil çû Curnê Reş.

Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş bi endamên meclisa şaredariyê re şande pêşwazî kirin.

Hevşaredar Paydaş di serdanê de axivî û got; “Welatiyekî hate cem min û, got; ‘Ez 30 salî me, yekem car e dikevime avahiyê şaredariyê. Ev mînak siyaset qeyyum ku çiqasî dûrî gel e destnîşan dike.

Piştre Tulay Hatîmogûlları axivî û got: Curnê Reş ji bo me serkeftinekî mezin bû. 45 sal berê li vê derê 3 endamên meclîsa şaredariyê yên jin hebûn. Em dibinin ku 45 sal berî niha tovên hevserokatiyê li Curnê Reş hatine reşandin. Hilbijartin li 7 navendan hate nûkirin lê belê çavê her kesekî li ser Curnê Reş bû. Bi dubarebûna hilbijartinê careke din wijdan û adaleta gel hate piştrastkirin.”

Tulya Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre çûne Şaredariya Wêranşarê.

Hevşaredar Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan û endamên meclîsa şaredariyê, Şande pêşwazî kirin.

Şande herî dawî çû Şaredariya Serê Kaniyê.

Heşaredar Ugûr Kahraman û Rahşan Yazar Hatîmogûllari û endamên meclîsa şaredariyê şand epêşwazî kirin.

Tulah Hatîmogûllari li şaredariya Serê kaniyê jî axivî û got; Em ê tevî hemû bêderfetiyan jî gilî û gazinan nekin. Em neçar in ku çavkaniyên xwe bi xwe hilberînin û xizmetê bikin. Em ê li her derê li dijî polîtîkaya qeyûm bibin bersiv. Her kesek vê yekê dizane ku qeyûm ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye. Ji bo vê jî bertekên gel jî, li gorî bertekên berê baştirin.