Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiyê de, li Meclisê axivî û got;
Bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî gefan li me dixwe.
Ev desthilatdarî sepanên faşîzan wek mafê xwe dibînin.
Tayinkirina qeyum û gefên wan didine xuya kirin ku, ji bilî we tu kesekî din nikarin li ser kursiyan runin.
Li derve jî dibêjin, em wekhev in. Ev derew in. Em ji vê lîstikên we bêzar bûn e, divê ev şano bi dawî bibe.
Hatîmogûllari da zanîn ku,ji Colemêrgê heta bi Stenbolê gel li ber xwe dide. Êdî be se, rastiyan wajî nekin.
AKP’ê herî zêde li ser darbeyan mexdûriyet dike û dibêje, em li dijî cuntaya leşkerî ne, lê ew leşkeran dadixe kolanan.
Li qada Walitiya Colemrgê binêrin, ewder dîmenê darbeya cuntayên leşkerî ye.
Vê desthilatdairyê leşker jî kirin şirîkê darbeya siyasî ya li Colemêrgê.
Erdogan dibêje; ‘bila kesek xwe ji biryarên darazê aciz neke.
Eger Erdogan rast dibêjî, ji bo raya giştî ya Tirkiyê rave bike, gelo tayînkirina qeyûman aciziya ji çi ye?
Eger tu vê rawe nekî, tu rast nabêjî derawan diki.
Bahçelî jî, bi awayekî bê perwa gefan li DEM Parti, gelê kurd, hêzên demokrasiyê, çepgir, şoreşgeran dixwe.
Yek axaftina wî nîne ku gefan naxwe.
Bahçelî, dixwaze Dadgeha Destura Bingehîn jî bigire.
Ev zihniyeta faşîstan e. Li şûna heqaretan li me bikî, hesabê kuştina Sînan Ateş bide.
Hatimogullari got; Desthilatdariya AKP’ê û şirîkên wî yê biçûk, ji bo Filistînê rondikên derewîn dibarînin, heman tundiyê li Kurdistanê dimeşînin.
Xeze Colemêrg e, Colemêrg jî Xeze ye.
Hun êdî nema dikarin kesî bixapînin.
Bi tayînkirina qeyûman em heta sedsala 18’mîn paşve birin.
Weke Firaunan, Dehaqan û Hîtler haraket dikin.
Lê gelan, Dehaq, Fîrewun û Hitler têkbirin.
Hûn jî mehkûmên têkçûnê ne.