Platforma Jinan ya Ji bo Wekheviyê, serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir û bi Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari û Meclîsa Jinan re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Tulay Hatimogullari axivî û got;

Projeya Maarîf û guhertinên di mufredata perwerdeyê de paşverû ye û nijadperestiyê, sixurtiyê teşwîk dike û rê li ber faşîzmê vedike.

Divê tevgerên jinan li ser mufredatê rawestin.

Desthilatdairya AKPê dijminê jinan e û mînaka herî ber bi çav jî vekişîna ji Peymana Stenbolê ye.

Divê jin vê yekê qebûl nekin.

Hatimogullari, bal kişande ser lêgerîna Destura Bingehîn û got;

AKPe, di van helwdanên xwe de ne durust e.

Her dem di nava hewldana krîmînalîzekirinê de ye.

Em dibêjin hun biryarên DMME bi cih nayînin, hunê çawa bikaribin Desture Bingehîn ya Demokratîk amade bikin?

Eger di pirsgirêka Kurd de gavek neyê avêtin û ji qeyûman paşde gav neyê avêtin, ew ê çawa bikaribin DesturaBingheîn ya demokratîk amade bikin?

Eger van pirsan bîne cih, DEM Partî wê bêje erê.

Hatimogullari herî dawî got; Divê em lingê kolanan bi rêxistin bikin û zorê li desthilatdariyê bikin, da ku pirsgirêka bingehîn ya vî welatê, pirsa Kurd û jinan çareser bike.