Rejîma AKP’ê hem nahêle welatî û aktîvîstên xwezayê şewata li Dersimê vemirînin, hem jî hewl dide şewatê li qadeke berfirehtir belav bike.

Heyetek ji 10 wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat bajêr û xwest biçe herêma ku daristan lê dişewite. Lê belê polîs û leşkeran pêşî li wan girtin û nehiştin heyet biçe. Heyetê li Meydana Seyîd Riza çalakiyeke protestoyî pêk anî û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka daristanekê ya jî şewitandina daran e. Di hiqûqa şer de jî cihê vê yekê nîne.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku AKP dijminatiyê li her kesên ne ji xwe, li çem û daristanan dike û hate gotin, şewat beşek ji şerê qirêj e.

Walîtiyê Tirk ê li bajêr Tûncay Sonel di şewitandina bajêr de rola xwe heye û bi daxuyaniyên ku şewatê rewa dike, hewl dide rastiyê binixumîne. Walîtiya Tirk hem nahêle HDP’yî biçin herêma şewatê, hem jî li ser hesabên Twîtterê wekîlên HDP’yî asteng dike.

TÛNÇ: LEŞKER HEWL DIDIN GUNDIYAN BIQEWIRÎNIN

Hunermend Ferhat Tûnç ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku şewata doh li herêma Pûlebargî ya nêzî navenda Dersimê derket, êvarê bi hewldana aktîvîstên xwezayê hate vemirandin.

Tûnç got, “Leşker diçin cem mirovên li zozan û gundan û ji wan re dibêjin ‘vê derê biterikînin’. Min ji kesekî ku îro li min geriya agahî girt. Xwestine kaxizekê bi gundiyan bidin îmzekirin û gundiyan jî ji leşkeran re gotine ‘ev der cihê me ye’ û kaxiz çirandine.”

Tûnç diyar kir, AKP dixwaze herêmê bê mirov bihêle û got, “Di dema ‘pêvajoya çareseriyê’ de gundî hatin li cih û warê xwe bi cih bûn. Lê niha hewl didin pêşî li jiyana wan a li vir bigirin.”

Tûnç destnîşan kir ku divê dewlet zanibe, maf û hiqûqa her zindiyên li xwezayê heye û bang li raya giştî kir, ji bo xwedî li Dersimê derkeve.

ONLU BANG KIR

Parlamenterê Dersimê yê HDP’yî Alîcan Onlu jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Dersim ku mîrateya hevpar a mirovahiyê ye li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rêk û pêk, bi rengekî bê rehm dibe hedefa êrîşan.” Onlu got, “Li vê derê ne tenê li dijî mirovan, her wiha li dijî xwezayê û hemû zindiyan sûc tê kirin.”

Onlu da xuyakirin, bi fermana hikumeta AKP’ê destûr nayê dayin ku şewata li daristanan bê vemirandin û got, “Zexteke giran li mirovên li bajêr tê kirin. Leşker û polîs an bi çekên giran dor li bajêr girtine. Dixwazin tişta sala 1938’an kirine careke din bînin serê gel. Bombe li çiyê tên barandin, xwîn tê rijandin û mirov tên kuştin.”

Onlu bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, UNICEF û rêxistinên xweza-hawirdorê şermezar kir û bang li hemû Dersimiyên li metropolên Tirkiyeyê, Ewropayê, gelemperiya cîhanê û tevahiya mirovahiyê kir ku bi lezgînî çalakiyan li dar bixin.