Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî û Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatin berdan û bi tililî, çepik û çîçekan hatin pêşwazî kirin.
Siyasetmedarên ku hatin berdan çûne navenda Giştî ya DEM Parti û axaftin kirin.
Di destpêkê de Ayla Akat Ata axivî û got: Biryara doza Kobanê kir ku em ji xwe şerm bikin. Ji ber hevalên me li girtîgehê man û em derketin. Lê armanca desthilatdariya ku dadgeriyê wekî çek bikartîne ev bû. Divê em têkoşîna xwe berfireh û dijwar bikin.
Piştre, Tulay Hatîmogûllari axivî û got; Em bi berdana van hevalan kêfxeş bûn. Li hemebrî hevalên ku hatine ceza kirin jî xemgînin. Lê em dizanin ku Doza Kompasê ya Kobanê doza tolhildana siyasî ye. Cezakirin jî tolhildana têkçûna çeteyên DAIŞê ye. Ji bo vê jî ev doz li vir bi dawî nebûye.
Herî dawî Sebahat Tuncel axivî û got; Ev cezakirin, ne ji aliyê exlaqî ve, ne ji aliyê wijdanî û hiqûqî ve nayê qebûl kirin. Helwest û piştevaniya gel ya li dijî çeteyên DAIŞê û daxwaza demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd hate ceza kirin. Doza Kobanê kumpas bû, cezakirin jî darbeyek siyasî ye.
Sebahat Tuncel herî dawî got; Me hevalên xwe li pey xwe hiştin. Li girtîgehan jî berxwedanek heye. Tevî mercên tecrîdê jî dixwazin pêşiya demokrasiya Tirkiyê vekin. Girtiyên nexweş dîl hatine girtin, siyasetmedarên kurd dîlgirtî ne. Li cihekî wiha mirov nikare qala demokrasî û asayîbûnê bike.
Em bihêrs in û divê em berxwedan û têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin. Ev meseleya Tirkiyê teva ye. Bi tecrîda li Îmraliyê, aştiya Tirkiyê tecrîd dikin. Lewma li Îmraliyê tenê yek kes nayê girtin. Di şexsê wî kesî de, gelê kurd, azadiya gelên Tirkiyê, azadî û aştî tê tecrîd kirin. Divê em deng bidin dengê girtiyan.