Jinên Kurdistanî û Swêdî, li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê tundiya li jinê şermezar kirin.
Çalakiya ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê hate lidarxistin, ji aliyê saziyên jinan Yekîtiya Jinê ya Sara, Sosyalîstên Ciwan, Sosyalîstên Partiya Edaletê, RONAK, Meclîsa Jinê ya Amara ve hate lidarxistin. Çalakî saet di 18:00 de li Meydana Sergelstorgê pêk hat.
Bi navê Meclîsa Jinê ya Amara Gîrîn Kasirga li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku ji Kurdistanê heta Şîlî, ji Polonyayê heta Sûdanê, ji Îranê heta DYE’yê, ji Hindistanê heta Tirkiyeyê têkoşîna jinan ji aliyê rejîmên faşîst, totalîter û rastgir ve weke gefekê tê dîtin.
Kasirga bi bîr xist ku di nava 10 salên dawî de bi hezaran jin bi taybetî li Rojhilata Navîn, Sûriye, Şengal û Rojava ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin, êşkence li wan hate kirin, ew kirin kole û got, “Em zanin ku ev hemû bi alîkariya dewleta Tirk hatin kirin.” Kasirga hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên DAÎŞ’ê re şermezar kir.
Ji Sosyalîstên Ciwan Katja Raetz jî diyar kir ku piştî belavbûna şewbê li Swêdê tundiya li dijî jinê zêde bûye.
Seroka Meclîsa Jinê ya Sara Ayşe Goktepe jî bal kişand ser kuştinên siyasî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî jinên Kurd kirine bi bîr xist.
Goktepe ragihand ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo cezakirina kujeran wan di asta navneteweyî de dest bi kampanyayekê kirine û bang li jinên Swêdî kir ku tevlî vê kampanya jinên Kurd bibin.
Di çalakiyê de ku li medya dîjîtal bi rengekî zindî hate weşandin jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” qîriyan.



