Beşa destpêkê ya karê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi dawî bû. Tê payin ku Duşemê desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan li hev kom bibe û bi vî rengî civîn dom bike.

Beşa destpêkê ya civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku di 30’ê Cotmehê de bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest pê kir doh êvarê bi dawî bû. Civîna komîteya ji 150 delegeyî sê roj in pêk tê. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen der barê civînê axivî û îdîa kir ku beşa destpêkê ya civînên komîteyê li gel kêmasiyên biçûk jî bi rengekî serketî pêk hat.

Pedersen diyar kir ku di nava civîna 3 rojan de nûnerên rejîmê, mûxalefetê û civaka sivîl der barê destûra bingehîn de nêrînên xwe anîn ziman û got, di heman demê de nêrîn û pêşniyarên endamên komîteyê hatine guhdarîkirin.

Pedersen anî ziman ku piştî komîteya destûra bingehîn a ji 150 kesî her wiha desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan hatiye hilbijartin û got, “Ev koma ji 45 kesan a ji bo xebatên destûra bingehîn hatiye hilbijartin wê Duşemê li hev kom bibe û hefteyekê bixebite.”