Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişande ser hesasiyeta ji ber îdîayên têkilî tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo ku dawî li spekulasyonan were divê bi lezgînî hevdîtin bibe.
Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan go daxuyaniya dozgeriyê ya têkilî tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têrê nake, hikûmet bi lezginî divê rê li hevdîtnan veke.
Turkdogan wiha got: ”Tenê ku mirov ji rêgeza dewleta hiqûqê dernekeve dikare pêşî li van spekulasyonan bigire, ango ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne. Weke her girtîyî heke Abdullah Ocalan jî bi pergalî parêzer û malbata xwe bidîta spekulasyonên wiha wê çênebûne.”
Turkdogan bi domdarî got, ”Di ser Abdullah Ocalan re skekulasyon mijareke hesase e û bi lezginî heke hevdîtin werin kirin dikare dawî li van spekulasyonan were. Parêzer û ji malbatê nexasim birayê wî Mehmet Ocalan biçe rûbirû hev bibînin ez bawer im ev ê girîng be” û domand, ”Heke hûn girtîgeke wiha girtî ava bikin, dibe ku hûn nikaribin ji bin vê derkevin. Dozgeriya Bursayê daxuyaniyek da, girîng e lê têrê nake. Bi hevdîtinê dawî li van spekulasyonan tê.”
Turdogan bi berdewamî diyar kir çawa ku CPT bêyî agahiyê bide xwedî wê rayeyê be ku serdanê bike Saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyê jî bêyî ku agahiyê bide dikare biçe Girtîgeha Imraliyê û got, ”Li ser kaxezê ev raye hene lê çima hûn bi kar nayînin? Divê Komîsyona Mafê Miroan a Meclîsê bibêje, modêleke wiha ya girtîgehê nabe. Li Tirkiyê rewşeke fiîlî hatiye çêkirin û ev rewş derveyî yasayan e. Divê mirov li dijî vê rewşa deryasayî derkeve.”
Bi berdewamî Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan bal kişande ser Xwedêgiravî Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan ku desthilatê aşkere kiribû û got heke jidil bin bi rakirina tecrîda li ser Ocalan dikarin dest pê bikin, ji aliyê pirsa Kurd ve hewcehiya Tirkiyê bi teqezî bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye û got, ”Rêya vê jî ew e ku qedexeyên li ser Abdullah Ocalan werin rakirin û bi rastî jî heqê me heye em zanibin bê ka Abdullah Ocalan li ser van 6 salên dawî çi difikire.”
Serokê Komeleyê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji alî dahatuya pirsa Kurd ve pir girîng e û got, ”Van hemû aliyan em bihêlin, tenê bi fikareke jirêzê ya mirovî em nêzîkatî lê bikin bi lezginî divê Abdullah Ocalan bikaribe parêzerên xwe bibîne, birayê xwe bibîne û bi agahiya ku ew ê bi ji bo raya giştî ragihînin, mafê raya giştî heye ku bi vê zanibe.”
Turkdogan bal kişande ser giringiya Ocalan a ji bo Kurdan, ji aliyê siyasî ve û got, divê desthilata Tirk dev ji vê polîtîkaya şaş biqaere, hemû probleman bi Kurdan û nûnerên wan re bi rêya diyalog û aştiyê çareser bike.