Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca serdana Yildiz û Çakici yên li bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger de ne kir.

Berxwedana greva birçîbûnê ya Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Den Haag a Hollandayê hatibû destpêkirin didome.

Duh Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca serdana herdu berxwedêran kiribû.

Ûca ya di serdanê de axivî silav li berxwedêrên grevan kir. Ûca diyar kir ku tecrîd sûcekî yê hiqûqê ye û got: “Tavilê dawîbûna tecrîdê, wê rêya aştiyê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”

Çakici jî diyar kir ku berxwedana grevê bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirine.