NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca, ya bi boneya salvegera 4’emîn komkujiya Êzidiyan a ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat çûbû Şengal û Mûsilê, wêrankirina DAIŞ û qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmî hatin îlankirin, danberhev û got: “Wêneyê Cizîr, Sûr, Mûsil û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin.”
Şandeya dinavê de parlamenterên Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Jinan, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Aktivîstên Platforma Têkoşîna Jinan Ên Bi Darê Zorê Hatin Desteserkirin û Federasyona Komeleya Suryaniyan heyîn, di salvegera 4’emîn a fermana 73’yemîn a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Êzidiyên Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêk hat, çûbûn serdana Şengal û Mûsilê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ku di şandeyê de cih girt û bi xwe jî Êzidiye, nêrînên xwe yên derbarê serdana 3 rojan de bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.
‘ME ÎŞKENCEYA LI JINAN HATIBÛ KIRIN HÎS KIR’
Uca, diyar kir ku ew destpêkê çûn Zîndana Badoş a Mûsilê ku bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve li wê derê hatibûn îşkencekirin û wiha axivî: “Dema min zindan bibû şahide komkujiya jinên Êzidî dît, komkujiyên li Mûsilê hatin ber çavên min. Gava DAIŞ’ê wê zinda terk dike, ji bo şopên îşkenceyê jê bibin, hildiweşînin. Lê goreke komî ya ji 500 kesan pêk dihat, li wir mabû. Me îşkenceya li jinên Êzidî li wê derê hatibûn kirin û li bazaran hatibûn şewitandin hîs kir. Ji ber ku pêvajoyek pir giran bû.
‘MIN HEMAN WÊNE DÎT’
Uca, anî ziman ku piştî serdana Mûsilê derbarî Şengalê bûn û wiha got: “Li Şengalê em rastî hûnandina jiyanek nû hatin. 90 hezar Êzidiyên ji ber komkujiyên DAIŞ’ê koç kiribûn, dîsan vegeriyabûn gundên xwe û gundê xwe ji nû ve avakiribûn. Her bihosta ku me pêlê kir, min jin û zarokên rastî îşkenceyê hatibûn hîs dikir. Mirov bi piyên tazî di kelegerma havînê de, dinava toz û axa neçar man ku koç bikin. Gava em ji wan korîdoran re derbas bûn, min heman wêneyê dît.”
‘VEGERA LI ŞENGALÊ PEYAMA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ DAIŞ’Ê’
Uca, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Jinên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan û nêzî 2 salan di destên DAIŞ’ê de man û rastî hemû cureyên îşkenceyan hatin, niha li Şengalê li ber xwe didin. Ketin destên çeteyên DAIŞ’ê, neçar man koç bikin û dîsan vegeriyan Êzidxanê. Vegera li Şengalê peyama herî mezin a li dijî DAIŞ’ê ye. Ev veger hîna jî berdewam dikin. Şengal parçeyek herî girîng a dîroka me ye. Ger vegera li Êzîdxanê çênebe, ev bawerî dê jîndar nebe. Gorên komî yên li Şengalê li ber çavane. Mînak apê Reşo her roj diçe ser gorên komî û bi saetan li wê derê radiweste. DAIŞ 2 kurên wî û biraziyê wî qetil dikin û wan dixwin gorên komî. Birîna Apê Reşo, birîna hemû Êzidiyane. Ji bo ku Kurd hemû bi hevre birînên Êzidiyan bipêçin divê bibin yek.”
‘PEYAMA HERÎ MEZIN TÊKOŞÎNA HEVPARE’
Uca, da zanîn ku wêneyên Mûsil û Şengalê yên di encama êrîşên DAIŞ’ê de derketin holê û qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê hatin îlankirin yekin. Uca, bal kişan ser komkujiyên di qedexeyên derketinên derve de hatin jiyîn û wiha rêz kir. Me Mûsil, Şengal, Cizîr û Sûrê dît. We wêne ji bo me qet biyanî nehatin. Dema em wêneyên Cizîr, Sûr, Mûsil û Şengalê tînin ba hev, hûnê heman hişmendiyê bibînin. Wenê bi heman qelemê hatine xêzkirin. Ji ber vê yekê jî birîna me yeke. Divê me birînên xwe bi hevre bipêçin. Peyama herî mezin a em bibin van komkujiyan têkoşîna hevpare.”