Namzeta seroktiya Baroya Stenbolê Sezîn Uçar bi hinceta pandemiyê taloqkirina kombûna giştî ya baroyan û hilbijartinan weke terisîna siyaseta qeyûm a li baroyan nirxand.
Ji Komara Parêzerên Azadîxwaz (ODAV) namzeta seroktiya Stenbolê SezÎn Uçar bi giştînameyeke ku Wezîra Naxwe ya Tirk weşandî li gel taloqkirina lijneyên giştî yên baroya bi sedema pandemiyê destûrdana kongreyên partiyên siyasî ji ANF’ê re nirxand.
Uçar diyar kir destûr dane kongreyan û betalkirina Kombûna Giştî ya Baroyan asta nehiqûqî û li gorî serê xwe nîşan dide û ev biryara betalkirinê parçeyeke ji êrîşa Wezareta Navwe û desthilata siyasî ya li ser baro û parêzeran e.
Uçar got ev helwesta wan ne tenê li dijî desthilata siyasî ya berdest e lê her wiha li dijî rêveberiya Baroya Stenbolê ye jî û got rêveberiya baroyê tevlî nav protestoyên betalkirina kombûna giştî jî nebûye.
Uçar her wiha got, ”Parêzer heke li heqên xwe xwedî dernekevin, sibe wê li mafên welatiyan ku temsîla wê dikin jî xwedî dernevkin” û hişyarî da, ev helwesta pasîf a rêveberiya Baroya Stenbolê wê bibe ku êrîşa li ser parêzeran zêdetir bibe.
Uçar her wiha diyar kir heke rêveberiya Baroya Stenbolê li dijî helwesta ‘Pirbaroyan” derbiketa wê kombûna gişt3i ya Baroyan û hilbijartin jî nehatine taloqkirin.