Alîkarê Hevserokên HDP’ê Umît Dede diyar kir ku CPT sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl û eşkere kiriye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Bepirsyar Umît Dede têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tespîtên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û karên ku di vê der barê de partiya wan bimeşîne ji ANF’ê re axivî.

Umît Dede diyar kir ku lêkolînên CPT ê li ser êşkenceya li girtîgehan girîng in û anî ziman ku ev lêkolîn ji bo siyaset û hiqûqa navneteweyî qeydeke girîng e.

‘TECRÎD SÎSTEMEKE ÊŞKENCEYÊ YE’

Umît Dede bi bÎr xist ku CPT sîstema li Îmraliyê weke sîstema tecrîdê qebûl kiriye, ev rastî eşkere kiriye û got, “Me jî timî digot ku li girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Lê belê girîng e ku CPT di rapora xwe de bi rengekî eşkere ev yek ragihand.”

Umît Dede got, “Ev şêweyê êşkenceyê û tecrîd zêdeyî bîst sal in dewam dike. Nepêkane ku bê qebûlkirin. Tecrîda li Girava Îmraliyê ne tenê li giravê ye. Weke ku tê zanîn piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an di nava şert û mercên Rewşa Awarte de sîstema li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan belav kirin. Bi guhertina dawî ya qanûna înfazê re statuyeke hiqûqî ji vê yekê re nas kirin.

Ji aliyê hiqûqî ve ti sparteyeke pêkanînên bîst sal in li Îmraliyê dewam dikin nîne. Piştî ku rejîma tecrîd û înfazê ya li Îmraliyê li girtîgehên din belav bû, pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûn.”

Umît Dede ragihand ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ne tenê Ocalan û hevalên wî eleqedar dike û got, “Divê bê gotin ku rejîmeke înfazê ye ku bandorê li siyaseta li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn dike, diyar dike.”

‘HETA KU TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN AŞTÎ PÊK NAYÊ’

Umît Dede destnîşan kir ku partiya wan ji bo aştiyê têdikoşe û bi bîr xist ku heta tecrîd neyê şikandin aştî pêk nayê. Umît Dede got, “Pratîkên dema bihurî nîşanî me dan ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Ji bo mirov karibin li ser aştiyê biaxivin û aştî bikeve rojeva civakê, beriya her tiştî divê tecrîd bê bidawîkirin, Birêz Ocalan karibe bandorê li siyaseta civakî bike. Bêhiqûqiya ku li Girava Îmraliyê dibe me timî anîn ziman. Me timî destnîşan kir ku Birêz Ocalan ji bo gel û siyaseta Rojhilata Navîn kesayetekîg irîng e, hêviya gelan e. Em ê her tim girîngiya aştiyê û bandora neyînî ya polîtîkayên şer a li welêt teşhîr bikin. Em ê pêwîstiya welatê me, mirovên me, gelên me ya bi aştiyê bêhtir destnîşan bikin û ji bo vê jî bi armanca şikandina tecrîda li Îmraliyê em ê hewl bidin muxalefeta civakî bi rêxistin bikin.”

‘EM Ê BLOKA AŞTIYÊ AVA BIKIN’

Umît Dede bal kişand ser nirxandinên partiya wan ên ji bo şikandina tecrîdê û afirandina blokeke aştiyê û got, “Ji bo ê jî komîsyoneke taybet hate avakirin. Bi taybetî di 1’ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo şikandina tecrîda li Girava Îmraliyê û serwerkirina siyaseta aştiyê li tevahiya welêt wê kar bê kirin. Ev kar wê ji aliyê tîmeke profesyonel ve bê meşandin. Nîqaşên entelektuel, hiqûqî û siyasî bên kirin, li aliyê din ji bo hêvî û hesreta aştiyê bigihêje civakê wê çalakî bên birêxistinkirin.”