UNICEF’ê rapora xwe ya bi navê “Rewşa Zarokên Cîhanê 2023: Derzîlêdana Her Zarokan” weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2019-2021’yan de 67 milyon zarok hemû derziyên wan nehatine lêxistin, 48 milyon zarok jî qet nehatine derzîkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku faktorên sereke yên kêmkirina rêjeya derzîlêdana zarokan sîstemên tenduristiyê yên di bin zextê de, kêmbûna çavkaniyan û veguhestina wan bo cihên din, nakokî û kêmbûna baweriyê ne. Di raporê de hate gotin ku derziyên zarokan di dema Covîd-19’ê de ji sedî 44 kêm bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji 55 welatên ku lêkolîn lê hatiye kirin li 52 welatan feraset û baweriya bi girîngiya derzîlêdana zarokan kêm bûye.

Di raporê de hat ragihandin ku ev krîzek e û bang li hikûmetan hat kirin ku fona derzîlêdanê zêde bikin û çavkaniyên pêwîst peyda bikin da ku pêşî li derketina nexweşiyan bigirin û zarokan biparêzin.

Dîrektora Rêvebera UNICEF’ê Catherine Russell got, “Divê em destûr nedin derzîkirina zarokan yê timî tê kirin, bibe qurbaniya pandemiyê.”

Russell bal kişand ku ev rewş xeternak e û destnîşan kir ku heke wiha dewam bike, nexweşiyên ku bi derzîlêdanê dikarin pêşî lê bigirin dibe ku bibe sedema mirina zarokan.