Siyasetmedar û Fermandarê Hêzn Muqaweme yê Sûriyê Mîhrac Ural li ser têkiliya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şamê got, heke alî tişta ku bikeve ser wan pêk bînin wê her kes bi ser bikeve.
Siyasetmedar û Fermandarê Hêzên Muqaweme ya Sûriyê Mîhraç Ural got Kurd di serî de li Kobanê bi berxwedana xwe ya li gelek deveran gelek serkeftin bi dest ve anîne. Ural her wiha diyar kir ji bo çareseriya pirsan û ji bo bidawîbûna şerê li Sûriyê divê xaka ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin were azadkirin û ji bo vê jî divê gel li ber xwe bidin .Ural got, ”Heke alî tişta ku dikeve ser wna bikin gel, Kurd û Sûriye wê bi ser bikevin.”
Ural bal kişande ser polîkayên li ser Sûriyê û got, ”Hevserokê vê hovîtiyê ya bi asta dewletî û tektîkêşê wê rêveberiya Erdogan hatiye peywirdarkirin .Bi tevlêbûna Tirkiyê ya li pêvajoyê, dijminatiya li Kurdan ya domdar, bi hincetên qelp heta bi serfiraziya Kobanê domandiye. Bi hezaran sivîl hatin kuştin, bi zalimî qir kirin.”
Ural bi berdewamî bal kişande ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di şoreşa Rojava de û got, ”Di vê fetlonekê de şikestina ku xwarin nîşan dida ku gavên ku nikarin bi paş ve werin avêtin hatine avêtin. Gelê Kurd jî parçeyek ji vê têkoşînê bû û bi vî rengî bû çareyeke bivênevê ya çareseriyê. Ev her wiha encama rasterast a polîtîkaya biaqilane ya Serok Ocalan bû ku li nav salan berbelav bûbû û li Rojava xwe nîşan dabbû. Îro y^ne ku dibêjin Serok Ocalan û Tevgera Azadiyê ‘Qofbûna ser pişta Rojava ye” ev nezaniya wan kîna wan a bêmane û tolhildana wan û dawiyê jî gotinên wan ên nefretê yên bêkêr nîşan dide. Bêyî Ocalan û xeta wî rastiyeke bi navê Rojava wê nebûya. ”
Ural bi berdewamî got, ”Teror û tecawiza 80 dewletên neqencihyê yên li ser Sûriyê derbeke giran xwar. Dema ku şikestina Kobanê jî li vê zêde bû, ji hev feşikilîn. Êdî hêzên neqenciyê ji hev difeşkilîn” û wiha lê zêde kir: ”Yê mayî bû dîktator Erdogan ê ku mesele sor dikir, hê jî bi hezaran hincetan, nexasim li ser dijminatiya li Kurdan vê didomîne.
Ya li paş mayî daneyên şerê navxwe, cihên ku Erdogan ê dîktator dagir kirî û bi şebekeyên terorê hilweşandî, kavil kirî. Ji ber ku ev dîktorê ku kesên sivîl peywirdar dike sûcê navnetewî dike, ji bo ku li ser xaka Sûriyê li ser piyan bimîne, bi înyat mecbûr e ku bikuje, hilweşîna, kavil bike û kesên ku van tiştan bike, peyda bike.”
Ural bi berdewamî got, ”Li Kobanê çawa ku dilêrên Kurd dema ku DAÎŞ û dîktotor Erdogan ê ku li pişt wan bû têk birin desteka hewayî û lojîstik a mitefîkan standin, eynî tişt ji bo Sûriyê jî wiha ye. Ez kesekî li nav vê pêavajoyê, heke ne ji artêşa dilêr a Sûriyê û hêzên destekê ku Muqaweme Sûriye li serê wan bûya, alîkariya ti dostan wê encam neguharta. Serfirazî bi Kurdan, Sûriyeyiyan, ya zarên vî welatê hevpar e.”
Li ser mijara ku dewleta Tirk li cihê ku dagir dike xwedêgiravî qeymeqaman peywirdar dike, dibistanan vedike, dadgehan ava dike, Ural got, ”Ev tecawizên menfûr, sûcên şer ên navnetewî, sûcên wiha ne ku divê werin darizandin. Tenê bi rengekî ev dikare were rojevê, her çendî mirov berjewendiya dostan bide ber çavan jî, bi berxwedana gel dibe. Ji ber vê jî, li hemû herêmên ku hatine dagirkirin, hewceyî bi berxwedan gelê Sûriyê, hewceyî bi berxwedana hêzên derveyî hikûmetê heye. Gel ne girseyeke wiha ye ku li gorî berjewendiya qebîleyan, serekên qebîleyan tevdigere. Bi welatparêziyê hermên ku lê dijî diparêze.”
Li ser helwesta Tirkiyê ya li Sûriyê Ural got, ”Derdê sereke yê Tirkiyê ew e ku hemû hebûna siyasî-civakî-aborî yên têkilî Kurdan tine bike. Ji ber vê, TC bi serê xwe jî bimîne, wê bixwaze vê dagirkeriya bêşerm, vê tecawizê bidomîne. Kurd divê li ser vê mijarê taktîkan deyenin ber xwe, bi tecrûbeya xwe ber bi encamê ve biçin. Û li ser vÊ mijarê xwedi biryar tenê Kurd in.”
Li ser têkiliya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya Şamê Ural got, ”Ev du hêzên dost jî hêzên sereke yên yekîtiya Sûriyê, yên serfiraziya teqez a leşkerî, siyasî û aborî ne. Pêşî divê ev were zanîn; ji aliyan her kî li dijî aliy3e dî bikeve rêyeke neyênî ew ê têk biçe. Û di encamê de gelên Sûriyê wê têk biçin.
Ya ku van du dostan dike dost dîrok e, hemû daneyên dîrokê ne.
Di navbeyna van du dostan de li herêmê ti qirkirin çênebûye. Ên ku bi vê nizanin, rûdanê bi wekhevkirina hemû dewletên herêmê dixwazin encamekê derxînin.”
Ural bi domdarî got,”Kurd bi teqezî divê ji hêla saziyên destûra bingehîn û ji hêla yasayan ve hebûna wan were mîsogerkirin .Ev heqê wan e. Ji ber vê divê hedef were diyarkirin. Divê mirov fikaran dûr bixe, gavên bi başî bêne avêtin û pirsgirêkê bi rengê ku ji hemû herêmê re bibe mînak çareser bikin. Heke ev were kirin weke Serok Ocalan gotî, ên ku bi Kurdan re hevkar in wê bi ser bikevin, xurt bibin. Zemîna vê ya herî baş Sûrî ye.”