Serokwezîrê Urdunê Omar Razzaz derbarê planên tevîxwekirinê ya Îsraîlê ya jîgehên li Şerîayê ya  Rojava axivî û got, ew ê vê planê qebûl nekin.

Razzaz ji ajansa nûçeyan a Petrayê re axivî û got, “Em tevdîrên Îsraîlê ku bi yek alî, xaka Filîstînê tevîxwe bike qebûl nakin û em ê mecbûr bimînin ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re ji nû ve binirxînin.”

Razzaz got, têkiliyên bi Îsraîlê re bi carekê re wê xira nebin û got, ew hêvî dike li dijî planên Îsraîlê welatên Ereb bibin xwedî pozisyoneke hevpar û civaka navneteweyî li dijî tevîxwekirinê raweste.

Razzaz got, ev ne tenê ji bo herêmê, ji bo parastina aştiya hemû cîhanê girîng e.