Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun diyar kir, ku yek ji encamên destwerdana kapîtalîst bi vîrûsa koronayê re rû daye û got, ya em ê dersê ji vê şewbê derxînin, ya jî em ê ji vîrûs û hilweşînên nû re amade bin.
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun li ser bandora vîrûsa koronayê ji ANF’ê re axivî. Ustun bal kişand ser pêwendiya destwerdana mirovan a li xwezayê bi vê vîrûsa kujer re.
Ustun diyar kir, ku mirovahiyê gelekî dest li jiyana heywanan, li jiyana xwezayî werdan, ku encameke bi vî rengî rû da û şewba çûkan mînak nîşan da. Ustun got, “Şewba çûkan şewbeke ku ji şilavaya çûkên koçber derkete holê ku wan çûkan ji koçkirinê westiya bûn ji bo xwe ji zindiyên din biparêze ew şilavî afirandibûn. Ji ber ku me qadên wan ên jiyanê ji destê wan girtin û her der kirin beton, êdî em û ew di nava hev de jiyan. Di rewşeke wiha de jî şewbên mîna vê vîrûsê yên ku bi wan re hene, lê zerarê nadin me, ku dema em pê dikevin ji bo me di asta kuştinê de metirsîdar in, derdikevin pêşiya me.”
HILBERÎNA KAPÎTALÎST PIŞTGIRIYÊ DIDE VÎRÛSÊ
Ustun destnîşan kir, rewşa heyî encama destwedana sîstema kapîtalîst a li xwezayê û hevsengiya xwezayê ye û bi bîr xist, qadên xwezayî hemû pêşkêşî avahîçêkirin, maden û enerjiyê hatine kirin. Ustun diyar kir, encama hilberîna kapîtalîst jî bi bermahiyên xwe piştgiriyê dide ku vîrûs belav bibe û got, “Vîrûsa korona xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare xwe li cihekî bigire. Ji santralên termîk heta emîsyonên hawizên bermahiyên madenê ku tevlî hewa yan jî av û axê dibin, gazên bermahî yên qirêj ên li atmosferê tên belavkirin, bi hêsanî vîrûsê belav dikin. Lewma vîrûsa ku ewqasî zerara xwe li zindiyên din nabe, bi hêsanî digihêje me.”
Ustun anî ziman, hate dîtin ku teknolojî nikare qada jiyanê biparêze û got, bêçarebûna teknolojiyê li pêşberî bandoreke nayê pênasekirin, nîşaneya herî mezin a vê yekê ye.
Ustun destnîşan kir, eger sîstema heyî bi vî rengî bidome, îro vîrûsa korona ye, sibe jî dikare vîrûseke nû rû bide.
TIŞTEK WÊ MÎNA BERÊ NEBE
Ustun diyar kir, tiştek wê mîna berê nemîne, jiyan wê bi rengê ‘berî û piştî vîrûsê’ dabeş bibe û got, wê berdêlên gelekî mezin bên dayin. Ustun anî ziman, gel wê hîn bibin ku çareseriyê bi hev re biafirînin û got, “Êdî her kes hîn bû ku xweza nebe mirov nikare bijî. Divê mirov dersê ji vê derxînin. Eger em ewqasî xwezayê pêşkêşî sermayeyê bikin, wê bersiva xwezayê jî giran be. Xweza her carê bersivê dide, lê em fêhm nakin.
Carna bi erdhejê carna jî bi vîrûsê. Dema ku ev bersiv hate wergirtin, hingî mirovahî wê li ser jiyaneke cuda, li ser siyaseteke cuda bifikire. Her kes wê bi qasî li jiyana xwe, li qadên jiyanê yên zindiyên din jî bikifikirin. Ya em ê hemû bi hev re bijîn û dersê jê derxînin, ya jî em ê bi vîrûsan û hilweşînê re bijîn.”