CENEVRE – Raportora Taybet ê Berpirsê Kemnetewan ê NY Prof. Dr. Fermand de Varennes, diyar kir ku li cîhanê, bi mîlyonan kêmnetew rastî cudakariyê tên û got: “Ez bang dikim ku rêz û nirx ji bo mafên kêmnetewan bên dayîn.”

Foruma 11’emîn Kemnetewan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li paytexta Cenevre ya Îsvîçre dest pê kir. Nêzî 500 nûnerên dewletan, rêxistinên civaka sivîl û hin komên kêmnetew beşdarî forumê bûn.  

‘KÊMNETEW JI GELEK MAFAN BÊPAR DIMÎNIN’ 

Raportora Taybet ê Berpirsê Kemnetewan ê NY Prof. Dr. Fermand de Varennes, di forumê de axivî û wiha got: “Komên kêmnetew li gelek deverên cîhanê, hîna  jî jig elek mafan bêpar dimînin û wihan jiyana xwe berdewam dikin. Dinava van kêmnetewayan de herî zêde jin û zarok hene û rewşa wan pir xerabe. Li tevahiya cîhanê bi mîlyonan kêmnetew, ne di wê astêdene ku mafê xwe biparêzin.” 

‘DIVÊ DEWLET LI DIJÎ CUDAKARIYAN TEDBÎR BIGIRE’

Komîsera Bilind ê Mafê Mirovan ê NY’a Mîchelle Bachelet jî bi rêya vîdeo-kongresanê beşdarî forumê bû û got: “Bi taybetî hin kes xwedî mafên tenduristî, perwerdê û hiqûqê ne, lê ev mafên wan tên astengkirin û sînordar kirin. Di cudakariyên kêmnetewaan de herî zêde jin û zarok tên mexdûrkirin. Divê dewlet li dijî cudakariyan tedbîr bigirin.”

Foruma ku îro destpê kir, dê sibe jî bi nîqaşên cur be cur berdewam bike.