Zafer Saglam ê li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, beriya niha bedena xwe dabû ber agir. Saglam got, “Vê carê wê hêza kesî têra temirandinê neke.”

Yek ji girtiyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, Zafer Saglam e ku li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5’an a Sîlîvriyê tê hiştin. Saglam (28) sê sal in girtî ye. Sala 2017’an ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan 14 rojan ketibû greva birçîbûnê û piştî grevê bedena xwe dabû ber agir. Aliyekî Saglam bi temamî şewitîbû. Ji ber ku bedena xwe da ber agir, 21 rojî cezayê bicihkirina li hucreya yek kesî û qedexeya hevdîtinê lê hatibû birîn.

Dayik Halîme Saglam ku ji bo kurê xwe ji Wanê bar kir Stenbolê, di hefteya destpêkê ya meha Çileyê de çûbû dîtina kurê xwe û piştre ji nûçegihana JinNewsê Melîke Ceyhan re wiha gotibû: “Kurê min berxwedêr e û gelekî bi biryar e. Moralê wî zêde bû. Ji min re got, ‘Ez xwedî li îradeya xwe derdikevim. Me meşale vêxist. Heta ku bersiv ji daxwazên me re bê dayin ev meşale wê venemire. Bila her kes bi vê zanibe’. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidomînin. Vê carê veger nîne. Heta dawiyê jî be wê bidomînin. Ya divê tecrîd bi dawî bibe, ya jî bişikê.”

TECRÎD WÊ BIŞIKÊ

Zafer Saglam ku ji ber bedena xwe da ber agir, wê meha bê rûniştina doza wî pêk were, hefteya derbasbûyî bi rêya malbata xwe gotibû, “Min ev agir dada, vê carê wê hêza kesî têra vemirandina wê neke. Tecrîd wê bişikê.”