Vejîn û Barîn, her du hevrê bi hev re di Navenda Çand û Hunerê ya Şêxmeqsûd de ketin ser rêya têkoşînê. Bi hev re stran gotin, bi hev re li dijî çeteyan taxa xwe parast û bi dengê xwe yê zîz şer gur kirin. Tev li Berxwedana Serdemê bûn û di Sibata 2018`an de gihaştin asta şehadetê.
ROZANA DADO / HELEB
Jinan di şoreşa Rojava de (19’ê Tîrmeha 2012), di hemû qadan de roleke mezin lîst. Tê koşiyan, li ber xwe dan û ji tevahî jinên cîhanê re bûn mînak.
Şoreşa Rojava li qelîştekên serpêhatiyên gelek jinên ji bo azadî û parastina welatê xwe tiştên herî giranbuha feda kirine û gihaştine asta şahadetê, veşartiye.
Du hevrêyên jin; Semîre Osman û Dunya Bekir jî ji wan jinan in ku tê koşiyane û bi berdêla canê xwe heta kêliya dawîn welatê xwe parastiye. Semîre û Dunya du jinên ciwan ên hunermed, hevrê û şervan in. Her du heval ji Efrînê bûn û bi malbatên xwe re li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûbûn. Her du hevrê di Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê de, li warê xwe Efrînê şehîd bûne.
Semîre û Dunya damezirînerên yekemîn ên koma stranan bûn
Semîre û Dunya di 2013’an de bi avabûna Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê re tev li navendê dibin. Wê demê Semîre 12 û Dunya jî 13 salî ne. Bi hunermend û endamên navendê re Koma Stranan a Şehîd Nûr El-Dîn ava dikin.
Di wê demê de koma wan yekemîn koma stranan a taxa berxwedanê bû. Semîre û Dunya ji ber dengên xwe yên zelal û behreyên xwe yên hunerî bûn pêşengên komê. Semîre û Dunya 3 salan di komê de kar kirin û tev li hemû çalakiyan dibûn.
Dema ku di 2016’an de çete êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin, şêniyên taxê bi hevgirtineke mezin li ber xwe didin û piştgiriya zarokên xwe yên li eniyên şer dikin. Semîre û Dunya jî ji bo taxa xwe biparêzin berê xwe didin eniyên şer û li dijî êrîşên hovane yên çeteyan li ber xwe didin.
Her du hevrê bi rojan di eniyan de li kêleka şervanan çeperan çêdikin. Her wiha bi rojan li ser bendên kontrolê disekinin û ji şervanan re dibin jêdera moralê.
Birayê Dunyayê, Mihemed Bekir ê bi nasnav Dilşêr di eniyên berxwedanê de şehîd dibe. Şehîd Dilşêr wê demê endamê Hêzên Asayîşê bû û di parastina taxê de şehîd dikeve. Şehadeta birayê wê bandoreke mezin lê dike. Dunya soza şopandina rêya birayê xwe dide û çeka wî hildide.
Dunya di 10’ê Hezîrana 2016`an de bi nasnavê Barîn Dilşêr tev li şerê Şêxmeqsûd dibe. Semîre jî bi tevlêbûna hevrêya xwe pir bandor dibe û piştî 10 rojan bi navê Vejîn Elî Şêr tev li refên YPJ’ê dibe. Her du heval heta serkeftina berxwedana taxê di eniyên şer de li ber xwe didin.
Bi dengên xwe yên zîz di Berxwedana Serdemê de amade bûn
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona Efrînê dike, şervanên YPG û YPJ’ê yên Şêxmeqsûd cihê xwe di eniyên Berxwedana Serdemê de digirin. Barîn û Vejîn jî tev li berxwedanê dibin. Her du hevrê heya mehekê bi lehengî şer dikin.
Semîre (Vejîn) cihê xwe di eniya gundê Meimila yê girêdayî navçeya Recoyê de digire û piştî berxwedaneke bêhempa di 12’ê Sibata 2018’an de şehîd dibe.
Dema ku Semîre (Vejîn) şehîd dikeve, Barîn di eniya gundê Mosaka yê navçeya Racoyê de ye. Barîn jî piştî hevala xwe bi 6 rojan yanî 18’ê Sibatê şehîd dibe.
Her du hevrêyan mîrateyeke tijî têkoşîna jinên Rojava li pey xwe hişt. Ew tev li karwanên jinên berxwedêr ku destan bi lehengiya xwe nivîsîne, bûn.
Yek ji hevalên her du têkoşeran ku wê jî di Koma Şehîd Nûr El-Dîn de bi wan re kar kiriye Fatma Ebdo ye. Fatma wiha qala her du hevrêyan dike: “Em di komê de 6 kes bûn û me bi yek giyanî kar dikir. Tebeqeyên dengê Semîre (Vejîn) û Dunya (Barîn) taybet bûn. Her du ji aliyê her kesî ve dihatin hezkirin û gelek ji kar hez dikirin. Tevî karên xwe di komê de her duyan di eniyên şer de alîkariya şervanan dikir û çek rakirin.”
Fatme wiha domand: “Dema ez her duyan bi bîr tînim, israra min ya berdewamkirina têkoşînê di warê hunerê de zêde dibe. Beriya ku Dunya (Barîn) tev li YPJ’ê bibe, hat xatir ji me xwest. Wê demê ji me re got ez hêvî dikim hûn rêya hunerê berdewam bikin.”
Endama komê Yesmîn Koşan jî her du hevrêyan wiha bi bîr tîne: “Dema ez tev li komê bûm, hejmara me temam bû. Lê hebûna Dunya (Barîn) di nav me de atmosferek şadî û hêviyê çêdikir. Têkiliya di navbera Dunya (Barîn) û Semîre (Vejîn) de xurt bû, her du heya saetên dirêj di perwerdeyê de diman û em jî teşwîq dikirin. Me li navendê demên dirêj bi hev re derbas dikirin.”
Di dawiyê de Yesmîn destnîşan kir ku Dunya (Barîn) û Semîre (Vejîn) bi tevlêbûna nav refên YPJ`ê de îsbat kir ku wan parastina welat ji xwe re wek berpirsyarî dabû ser milên xwe.
(şx/bm)
ANHA