Daxuyaniya Madûro piştî nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hate dayîn.

Madûra di merasîmeke leşkerî de axivî û got “Bi qasî saniyeyekê jî divê hûn xwe bernedin. Ji ber ku gelê me jiyana di nav aştiyê de bi dest xistiye û divê em vî tiştî biparêzin.”

Madûro daxuyaniyên rayedarekî payebilind ê DYA’yê bi bîr xist. Rayedarê payebilind diyar kiribû ku Trûmp di Tebaxa 2017’an de ji şêwirmendên xwe îhtîmala dagirkirina Venezûelayê pirsiye.

Madûro bal kişand ser vî tiştî ku Trûm beriya ku bi şêwirmendên xwe re bicive, berpirsên mûxalefeta Venezûelayê çûne serdana Qesra Spî.

Madûro diyar kir ku ev ne tesaduf e û li gorî nûçeyên di çapemeniyê de Washîngton ji bo rezervên petrolê bi dest bixe, li ser êrîşên leşkerî difikire.

Madûro got ku, “Mudaxeleya desthilatdariya DYA’yê ew ê tu carî kêşeyên Venezûelayê çareser neke. Hêzên me yên çekdar berpirsyariya wan heye ku her dem axa me biparêzin.”

Serokê DYA’yê Donald Trûmp di 11’ê Tebaxa 2017’an de dema li New Jerseyê li betlaneyê bû, ji rojnamevanan re gotibû ku mudaxeleyeke leşkerî ya li ser Venezûelayê bijartekek e. Ev daxuyanî bûbû sedem ku li Venezûela û welatên Amerîkaya Latîn nerazîbûn werin nîşandan. Piştre Qesra Spî daxuyanî dabû û gotibû ku, “Di demeke nêz de, ew ê tercîheke leşkerî neyê kirin.”