Wekîlê TÎP’ê Erkan Baş, baş kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê û got, “Berxwedanên greva birçîbûnê, bû çavkanî û hêza berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê.”

Parlamenterê TÎP’ê Erkan Baş û berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, di derbarê hilbijartin û berxwedanên greva birçîbûnê de ji ANF’ê re axivin. Baş û Oluç, di nirxandinên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî de gotin, “Divê 1’ê Nîsanê weke roja honandina têkoşînê bê zanîn lewre wê berxwedanên greva birçîbûnê wê bandor li hilbijartinê jî bike.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatên xwe yên hilbijartinê, li Bakurê Kurdistan û Tirikiyê bê navber didomînin.

GEL RADESTÊ DESTHILATDARIYÊ NEBÛ

Erkan Baş, anî ziman ku vê atmosfera demên dawî pêk hatiye girîng dibînin û wiha pêde çû, “Tişta ji encamên şênber ên ji sindoqan derkeve girîngtir ew e ku gel radestê vê desthildatdariya faşîst nebû  û careke din nîşan da ku dikare wê têk bibe. Em bawer in wê ev bandora li sindoqan jî bike û wê gel roja 31’ê Adarê bersiva pêwîst bide zaliman.”

‘HELWESTA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ BILINDTIR BÛYE’

Baş, diyar kir ku di serî de Stenbol, HDP’ê li hinek bajaran namzet nîşan nedaye û ev jî helwesteke erênî ye û wiha dewam kir, “Stratejiya HDP’ê pêş xistî, helwesteke gelek erênî ye û di vê çarçoveyê de wê gelê me jî di sindoqan de bersiva pêwîst bide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Berxwdanên zindanan û derve, azweriya têkoşînê zêdetir kiriye. Ev nîşeneya biryardariya têkoşîna gel a li dijî faşîzmê nîşan dide. Em bawer in ku em ê di 31’ê Adarê de jî encamên vê têkoşîna hevkar bigirin. Em moralê xwe bilind bigirin têkoşîna xwe mezin bikin, em ê teqez bi ser bikevin.”

TÊKOŞÎEKE TOPYEKÛN HEYE

Baş di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîneke topyekûn heye û pêşengiya vê jî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin û wiha got, “Desthilatdarî dixwaze di her qada jiyanê de me asteng bike, di her qadê de me tecrîd bike. Lê li dijî vê bi pêşengiya Leyla Guvenê berxwedanê destpê kir. Em bawer in ku wê giyana berxwdêr a vê têkoşînê mohra xwe li hilbijartinê jî bide. Ev berxwedan nîşan didin ku li dijî faşîzmê berxwedan û têkoşîn heye û wê bi ser bikeve.”

EM NÊZÎ ARMANCÊN XWE NE

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî diyar kir ku wê heta deqeya dawî xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin û wiha pêde çû, “Armanca me ew e ku em tevahiya şaredariyên li Kurdistanê bi qeyûman hatine desteserkirin, paş de bigirin û hejmara şardarî û dengê xwe zêdetir bikin. Li gorî encama derketî holê em gihiştine armanca xwe. Xebatên me gelek baş in. Em xebateke hilbijartinê ya ku wê li tifaka faşîst a AKP-MHP’ê bide windakirin, dimeşînin. Newroza Stenbolê nîşaneya vê serkeftinê bû. Gelê me bi biryar e. Ev jî desthilatdariyê dîn û har dike. 21’ê Adarê Newroza yekemîn, 31’ê Adarê jî wê cejna me ya duyemîn a hilbijartinê be.”