Zanyar lêkolîn dikin ku pandemiya Covîd-19 çima li gorî Bakurê Ewropayê bandoreke girantir li Başûrê Ewropayê kiriye.
Lêkolînerên Belçîkî diyar kirin, wan bersiva pirsa ‘Çima vîrûsa koronayê bandoreke giran li Başûrê Ewropayê kirine?’ dîtine.
Pandemiya Covîd-19 bandor li tevahiya Ewropayê kiribe jî rewşa hin welatan li gorî hinekan baştir e.
Lewma hejmara nexweşên li welatên Skandînavya û Balkanan li gorî Fransa, Îtalya, Spanya û hin welatên li rojava û başûrê Ewropayê kêmtir e.
Lêkolînerên Zanîngeha Gentê li vê mijarê daketin û diyar kirin ku di navbera hin karakterîstîkên genetîk de têkiliyeke xurt heye.
Têkiliya navborî gen a CE1 û polîmorfîzmê eleqedar dike. Li welatekî polîmorfîzm çiqasî zêde be, hîn kêmtir mirov jiyana xwe ji dest didin.
Profesor Jorîs Delanghe ji rojnameya Le Soîr re axivî û got, “Li rojhilatê Ewropayê di gen a ACE1 de polîmorfîzma D bêhtir tê dîtin.”
Delanghe got, “Di heman demê de gava ku mirov ji rojavayê Ewropayê berê xwe didin rojhilat û herêma navîn a Ewropayê hingî mirov ewlehiya ji şewba Covîd-19 kêmtir dibînin.”
Li gorî lêkolîneran, şêweyê belavbûna li zêdeyî 40 ji sedî ya navbera welatan tenê bi polîmorfîzm a li gen a ACE1 dikare bê vegotin.
Ev lêkolîn li ser daneyên ji 25 welatên Ewropayê hate kirin. Encamên lêkolînê nîşan didin ku her kes li pêşberî nexweşiyê di asteke wekhev de nîne.