Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî bûyerên vîrûsê yên li bajarê Silêmanî û şûnde li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê jî jineke 33 salî bi vîrûsê ketiye.

Li gorî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi giştî li Hewlêrê testên 27 kesan hatine kirin. Hate gotin ku di nava wan kesan de, li ser jinekê nîşana vîrûsa koronayê hatiye dîtin. Wezaretê ragihand ku ew jina bi gumana vîrûsê li ser hebû, bi vîrûsê ketiye û xelaka Hewlêrê ye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû kesê kir da ku bi biryarên ji bo pêşîgirtina vîrûsa Korona yên Hikumeta Herêma Kurdistan û Wezareta Navxweyî ve girêdayî bin.