Li Iraqê piştî ku li Necefê ya li ser sînorê Îranê vîrûsa koronayê hate dîtin, li paytext Bexda û Kerkûkê jî kesên ku bi vîrûsê ketine peyda bûne.

Li Necefê li ser welateyekî Îranî piştî ku teşhîsa vîrûsê hate danîn cara pêşî li Iraqê jî ev vîrûs peyda bû. Piştî Necefê saziyên Iraqî ragihandin li paytext Bexda û Kerkûkê jî vîrûsa koronayê bi hinan re peyda bûye.

Derbarê mijarê Endamê Komîsyona Tendirisiyê ya Parlamentoya Iraqê Cevat el-Mûsewî got 2 kesên ku gumanê ji wan dibin ku vîrûsa koronayê bi wan re heye rakirine nexweşxaneya EL-Yermûkê ya Bexdayê.

 Mûsewî got li ser her îhtîmalê ev du kes kirine karantînayê.

Her wiha li Kerkûkê 4 kesên ku bi vê vîrûsê ketine hatine tespîtkirin. Wezareta Tendiristiyê ya Iraqê ragihand li Kerkûkê 4 kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine hatine tespîtkirin. 
Hate ragihandin 4 kesên ku bi vîrûsê ketine li odeyeke taybet kirine karantînayê û piştî testên ku hatine kirin hatiye tespîrkirin ku bi vîrûsê ketine.