Gerîla Çalkendîr 27’ê Hezîranê li Xîzan Bedlîsê di operasyoneke artêşa Tirk a dagirker de, ya bi desteka hewayî yek ji wan  7 gerîlayan bû ku şehîd bûbûn.

Di şexsê Çalkendîr de 7 gerîla û Serkan Tan (Serdar Tatvan) ku 7’ê Tîrmehê şehîd bûbû hatin bibîranîn.

Bername li Lenzbûrgê li lokala Mala Kurdan hate çêkirin, di bernaemyê de xizmên şehîdan hazir bûn.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Her wiha xizmên gerîla jî axivîn.

Siyasetmedarê Kurd Mustafa Sarikaya got, ‘’Tenê bi avakirina Kurdistana azad û demokratîk em dikarin deynê xwe yê li şehîdan bidin.’’

Piştî axaftinan li ser jiyana gerîla sînevziyonek hate nişandan.

Bername bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ bi dawî bû.