Walîtiya Tirk a li Colemêrgê pênc herêmên li bajar û navçeyên wê ji bo 15 rojan  weke ‘Herêma Ewlekariyê ya Taybet’ ragihand û çûn û hatina li wan herêman qedexe kir.

5 herêmên navenda Colemêrg û navçeyên ji aliyê Walîtiya Tirk a li Colemêrgê ve ji bo 15 rojan di bin navê ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ de bi hêceta ‘ewlehiyê’ hate qedexekirin.

Qedexeya ku dirêjî heta xeta sînor bajarokê Rûbarokê dibe wê di navbera 16-30’ê Tîrmehê de bê pêk were.