Piştî ku HDP’yiyan got ew ê biçin sersaxiya Koçer Ozdal Walîtiya Mûşê ragihand ku ketin û derketina ji herêmê qedexe ye.
Piştî ku şandeyeke ji serokwekîlê koma HDP’ê, parlamenteran, hevserokê rêxistinên bajêr ên HDP’ê wê biçin sersaxiya girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê ku li nexweşxanê desten wî kelepçekirî jiyana xwe ji dest dayî Walîtiya Mûşê ketin û derketina herêmê qedexe kir.
Walîtiyê gundên Kers û Leglegê kire ‘Herême Ewlehiya Demdemî’. Walîtiyê ragihand heta 4’ê Îlonê ketin û derketina herêmê qedexe ye.
Walîtiya Mûşê nehiştibû ku wekîlên HDP’ê biçin ser cenaze jî.