Li ser biryara Walîtiya Dagirker a Şirnexê, herêma Çiyayê Gabarê ku di nava sînorê navenda Şirnexê û navçeya Basayê de ye,
ji bo 15 rojên din jî weke “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hate ragihandin.
Hat diyarkirin ku qedexe wê heta 25’ê Çileyê bidome.
Walitiyê di 26’ê Kanûna 2023’an de jî heta 10’ê Çileyê ketina Çiyayê Gabarê qedexe kirîbû.
Li Mêrdînê jendermeyên AKP-MHP’ê bi ser gelek malan de girtin
Îro di danê sibehê de cendirmeyan li navçeyên Stewrê û Artukluyê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin.
Hat zanîn ku di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.