Piştî ku wezîfeya walîtiya Helebce nêzî 2 salan bi wekalet hate bi rêvebirin, îro Azad Tûfîq weke waliyê nû yê Bajarê Helebce bi fermî bi merasîmekê dest bi kar kir. Gelek kes beşdarî merasîma li ber avahiya walîtiyê bûn.
Di merasîmê de Waliyê nû yê Helebce Azad Tûfîq axivî û diyar kir ku Helebce û Hewraman xwedî dîrokekî serwerine û vê dîrokê wiha kiriye ku Helebce bibe parêzgeh. Tûfîq diyar kir ku erka wan ewe ku bi awayekî herî baş xizmetê bikine.
Ji berî du salan Waliyê Helebce Ebdullah Newrolî yê ji Tevgera Goran bû, lê piştre îstifa kir. Piştre cîgirê wî Elî Osman ê ji YNK’ê weke wekalet ev nêzî du salan bû, wezîfeya walîtiyê bi rêve dibir.
Azad Tûfîq di sala 1963’an de li Helebce ji dayik bûye. Di sala 1989’an de bi YNK’ê re peywendiyê çêdike û piştre dibe endamê Meclîsa Ragihandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK). Di 28’ê Îlonê de li ber Serokê Hikûmetê û Wezîrê Hundirîn weke Waliyê nû yê Helebce sonda yasayî xwar.