Wallstrom li Stockholmê di civînê de diyar kir, ku ew bi rêveberiya xweser a li Rojava re di nava têkiliyê de ne û got, “Beriya her tiştî divê em qebûl bikin ku Kurdan têkoşîneke çiqasî mezin li dijî Dewleta Îslamê dane meşandin.”

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bi xebatkarên çapemeniya biyanî yên li Swêdê rûnişt û der barê polîtîkaya derve ya Swêdê û rojevê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Me jî der barê siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’î yên girtî û qirkirina Ermenan a sala 1915’an pirs li Wallstrom kirin.

Wallstrom diyar kir ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên wan ên dîplomatîk hene û bi rêya Yekîtiya Ewropayê ji bo berdana mûxalîfên li girtîgehên Tirkiyeyê ew zextê li Tirkiyeyê dikin.

Wallstrom anî ziman ku wan gelek caran xwestin, divê zextên li mûxalîfan, rojnamevanan û rêxistinên civakî yên sivîl bi dawî bibin û got, ew piştgiriyê didin mûxalîfên girtî, nûnerên xwe şandine rûniştinên dozên wan. Wallstrom got, “Gelekî girîng e ku ev mijar di rojevê de bê hiştin.”

NÊTA HIKUMETÊ NÎNE KU QIRKIRINA 1915’AN QEBÛL BIKE

Me pirsî; tevî ku Serokwezîr Stefan Lofven beriya hilbijartinên sala 2014’an soz da ku dema hikumetê ava bike wê qirkirina Ermen û Suryanan qebûl bike lê hîn jî hikumetê qirkirin qebûl nekiriye, Wallstrom bersiveke wiha da: 

“Heta niha hema bêjin ti welatî ev yek qebûl nekiriye. Sedema vê yekê jî ew e ku biryardana der barê bûyerên bi vî rengî yên dîrokî zehmet e. Wê demê wê bê xwestin ku edalet bi cih were anîn.”

DADGEHA NAVNETEWEYÎ DIKARE LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ BÊ AVAKIRIN

Ji Radyoya Dewletê ya Swêdê Beşîr Kavak pirsî ku der barê avakirina dadgeheke navneteweyî ya li Bakurê Sûriyeyê ya ji bo darizandina DAÎŞ’iyên li Sûriye û Iraqê çi difikire?

Wallstrom diyar kir, Swêdê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî însiyatîf daye ser milê xwe, ketiye nava hewldanan û got, tevî ku gelek welatên Ewropayê bi rengekî erênî nêzîk dibin jî ji ber astengiyên hiquqî û siyasî avakirina dadgehê dibe ku demekê bidome.

Wallstrom anî ziman, ji ber ku li Iraqê cezayê kuştinê heye ew li dij in ku dadgeha navneteweyî li Iraqê bê avakirin û diyar kir, ji bo dever û alîkariya fînansî ya ji bo dadgeha navneteweyî hevdîtinên wan ên bi welatên din re didomin.

Ji bo pirsa der barê avakirina dadgeha navneteweyî li Bakurê Sûriyeyê Wallstrom got, “Divê em vê lêkolîn bikin. Li herêma ku Kurd kontrol dikin dadgeh dikare bê avakirin. Em hemû derfetan lêkolîn dikin.”

Wallstrom diyar kir, ku ew bi rêveberiya xweser a li Rojava re di nava têkiliyê de ne û got, “Beriya her tiştî divê em qebûl bikin ku Kurdan têkoşîneke çiqasî mezin li dijî Dewleta Îslamê dane meşandin.”