Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Heather Naûert got, “Pirsgirekên aboriyê 1’ê Tebaxê bi pejirandina pêkanînên li ser du wezîran dest pê nekirin.”

Krîza dîplomatîk a navbera DYA û Tirkiyeyê bandoreke giran li bazara Tirkiyeyê kir û kir ku Lîreyê Tirk bê qîmet bibe.

Rêveberiya DYA’yê 1’ê Tebaxê der barê Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên Tirk de biryara pêkanînê da û dest danî ser malê wan. Qesra Spî baca li ser firotina pola û alumînyûmê ji bo Tirkiyeyê zêde kir. Radestkirina balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê, sekinand.