Rejîma Îranê heftiya bihurî beriya ku pêkirinên DYA’yê dest pê bikin li Kendavê tetbîqatek kir. Ev tetbîqat li derveyî teqwîma hînbûyî çêbû. Tetbîqatên wiha bi giştî demên pêştir, payizî dihatin kirin.

Fermandarê Hêzên Rojhilata Navîn ê DYA’yê General Joseph Votel bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, ‘’Reng e ku bi vê tetbîqatê dixwazin peyamekê bidin me’’.

Li gorî Votel  rejîma Îranê li vê tengava stratejîk xwest kapasîteya xwe nîşan bide. 30 ji 100’î ya petrola cîhanê bi rêya deryayê di Tengava Hurmuz re derbas dibe.

Generalê Amerîkî got Îranê li vê herêmê xwedî mayin, keştiyên teqîner, moşek û radaran e.

Votel got li gel vê jî ‘ew tim hazir in’, ‘hemû tevgeran dişopînin’ û peywira wan a sereke ew e ku çûnûhatina li tengavê û azadiya bazirganiyê ewle bikin. Votel got, ‘’ew ê hewl bidin ku vê li hemû herêmê bikin.’’

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî beriya bi mehekê gotibû ew dikarin Tengava Hurmuz bigirin. Rûhanî, ‘’Em her demê garantöre ewlehiya tengavê ne, destê xwe nexin kuna mozê, hûn ê poşman bibin.’’