Hikûmeta AKP-MHP’ê bi tifaqan, bi êrîşan nikare pêşî li gerilayên PKK’ê bigre. Nikare helwesta civakê bêdeng bike. Hesabên ku dikin ew e ku xwe li ser axa Başûr serwer bike, dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tifaqan rewa bike.

Dewleta Tirk li herêma Başûrê Kurdistanê nikare hesabên xwe pêk bîne, bi şerê taybet, bi rêya çapemeniyê, civak û raya giştî nayê xapandin. Piştî ku AKP-MHP’ê ev operasyon û dagirkirina Başûrê Kurdistanê,li herema Heftenînê dane despêkirin, ev mehek e di nav civaka Başûr de hewil didin tirs û xofekî mezin ava bikin.

Hikûmeta herêmê rasterast dagirkirin û êrîşên li ser herema Heftenînê rewa dike. Hikûmeta heremê refleks û helwestên civakê dixwaze kontrol bike. Hinek welatparêz û niştecihên herêmê diyar dikin ku Hikûmeta Bexdayê jî ev operasyon erê kiriye. Piştî berxwedana gerilayên PKK’ê gav paş ve nehate avêtin, çapemeniya PDK’ê jî şerê li heremê berovajî kir. Di vî şerî de weke ku dewleta Tirk bihêz e û mafdar e dest nişan dikin. Gerilayên PKK’ê ruxmê ku li hember artêşa Tirk disekine û pêşiya dagirkirinê digire, hesabên Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê jî serûbinî û tevlêhev dibe. Ev hesab di nav civat û diyalogan de pir aşkere ye. Hikûmet û Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê, zor û zexteke mezin, li ser gel û civakê dike. Gef û zextên ku li ser gel û niştecihên heremê çêdibe, wisa ye: “Hûnê xwe ji tevgera PKK’ê dûr bikin û heger hûn gerilayên PKK’ê li kîjan deverê bibînin hûnê agahiyan bidin.”

WÊ NIKARIBIN DAGIR BIKIN Û SERWER BIBIN

Heger AKP di nav tengasiyeki de nebûya, operasyon û dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê di rojeva Tirkiyê nedigirt. Artêşa Tirk bi teknîka xwe balafirên keşkfê yên bêmirov û balafirên xwe plansaziya ku dike, li hember şervanên Kurd ne serkeftî ye. Operasyona ku 16’ê Hezîranê him ji bo çalakiyên gerilayan asteng bike, him ji weke derîyekî stratejîk e hatiye destpêkirin. Herêma Heftenîn di heman wextê de sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojava ye. Di moral û motivasyona gerilayên PKK’ê de kifş dibe ku dagirkirina heremê wê pir hêsan nebe. Di nav vê tifaqê de kî cih digre bila bigre, di nav xelkên Başûr de û nerazibûnên ku hene, pişta gerila xurt dike. Di her qadê de ku gerila tê de ye rêzeçalakî tên kirin. Artêşa Tirk ruxmê ku êrîşên berfireh li dar xistin, di nav mehekî de tişta dixwest pêk nehat. Di dagirkirinê de nekarin xwe serwer bikin.

HER ROJ NAVÊ OPERASYONEKÊ LÊ ZÊDE DIKIN

Artêşa ku xwe wek hêza NATO’yê û mezin nişan dide li Kurdistanê ti prestijekî xwe nemaye. Him li heremên Bakurê Kurdistanê, him jî li Başûrê Kurdistanê û bi rêka çapemeniyê civaka Tirkiyê dixapinîn. Di çapemeniya xwe de dibêjin, ‘Va binêrin,li ti deveran gerila nemaye, hejmarekî kêm maye û di nav çend rojan de wê xilas bibin.’’

Artêşa Tirk berî dest bi plansazi û dagirkirina herêmê bibêje, li herêmeke dî û li hember gerilayên PKK’ê navê operasyonekî din di ajans û malperan de dibêje. ‘Yildirim-2 Cilo’ jî li herema Colemêrg da despêkirin. Di hemî operasyonan de wê çawa binketina xwe veşêre, rêbazên derew û nepixandinê bi kar tîne. Her çiqas navê operasyonan biguherîne jî, gerila û şervanên Kurd di her çalakiyekî xwe de belge û bi dimenên destên xwe de her tiştê piştrast dike. Artêşa Tirk serkeftina xwe guhertinê di navê operasyonê de dibîne.’