Piştî hevdîtinên hefteya borî ya Seroka Komîsyona Ewropa Ûrsûla Van der Leyane û Serokê Komîsyona YE Charles Mîchel çûn ber lingên Serokkomarê Tirk Erdogan û peymanên nû îmzekirin û şûnde, dengvedanên ku di civîna çapemeniyê de cih nehate dayîna Van der Leyenê hê jî dewam dikin.
Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa ya ku koma herî mezin a PE’yê ye Manfred Weber nerazîbûnên turn nîşanî wê da ku hevkariyên nû li gel rejîma Erdotan tê kirin, da. Dîsa bertekên tund nîşanî ‘skandala kursî’ ya li Ewropayê deng vedaye jî da.
‘Erdogan is a kind of dictator’, says chairman @EPPGroup @ManfredWeber. Commenting in #Buitenhof on the visit of EU-presidents to Turkey ended in a diplomatic failure. Weber demands that all talks about joining the EU should be stopped. ‘Turkey can not become member of the EU’. pic.twitter.com/Da4yNkGbLZ
— Buitenhof (@Buitenhoftv)
April 11, 2021
Weber ê ji televîzyona bi navê Bûîtenhoftv re axiv, daxwaz kir ku hemû karên ji bo endamtiya Enqerê ya li gel YE’yê tên kirin re divê bi temamî bi bên rawestandin.
Siyasetmedarê Elman Weber anî ziman ku hevdîtina li gel Erdogan sekna parçeyî ya di nava YE’yê de da nîşandan û got: “Dem hatiye ku êdî seknek hevpar bê nîşandan. Tirkiye nabe endamê YE’yê.”
Weber destek da Serokwezîrê Îtalya Marîo Draghî yê ku ji bo Erdogan îfadeya ‘dîktator’ jî bikar anî.
Weber destnîşan kir ku Tirkiye ji demokratî û mafê azadî û derbirînê yê bingehîn dûr ketiye û got: “Ji bo vê pêvajoya berfireh a bi salan e ku li gel Tirkiyeyê tê kirin, divê bên rawestandin.”