Di daxuyaniya hevpar a Wezîrên Maliyeyê yên Îngilistanê, DYE, Fransa, Kanada, Elmanya, Îtalya û Japonyayê de hate gotin, “Karê me yê lezgîn piştgiriya ji bo hewldanên aramîkirina rewşê ye.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lê belê hemû êrişên nû yên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê, wê bibin mijara bersivdaneke bi lez û bi bandor.”
Tê payin ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz roja Duşemê destpêkê biçe Kîevê, piştre jî derbasî Moskowayê bibe. Olaf Scholz ji Moskowayê xwest ku nîşaneyên kêmkirina aloziyê tavilê bide.
DYE bi israr dibêje ku Rûsya di her kêliyê de dikare dest bi êrişa dagirkeriyê bike.
Serokê DYE’yê Joe Biden û hempîşeyê wî yê Ûkraynayî Volodimir Zelensky li hev kirin ku li dijî Rûsyayê di helwesta “dîplomasiyê” û “jê vegerandinê” de dewam bikin.
Gelek welatan bang li welatiyên xwe yên li Ûkraynayê kirin ku vî welatî biterikînin.