Yek ji parçeyê polîtîkayên şer ku di çarçoveya ‘plana têkbirinê’ de li bakurê Kurdistanê xistin dewrê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê bû.

Bi qeyûman îradeya gelê Kurd hat xespkirin, Lê niha bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re qeyûman dest bi çêkirina parq û peyarêyan kir.

Welatiyên Amedê bertek nîşanê pratîkên qeyûm dan û hevşaredrên ku qeyûm tayînê şûna wan bibûn texrîbat û armanca qeyûman nirxand.