Şevê din di saet 21:15’an de balefirên şer li ser Binarê Qendîlê Kunzîne ya nêzîkî Pirdeşal, gundê Bolê, nêzîkî gundê Mawnan, nêzîkî gundê Zengelîn bombebaran kirin, lê heta niha zerer û ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn.

Li dijî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker a li ser Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê li gundê Aliye Reşê ji aliyê welatî û malbatên şehîdan ve xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin.

Endamê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Resul Mihemed di derbarê bombebaranê de axivî wiha got:

“Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hember van êrîş û dagirkeriyê bibin xwedî helwest û êdî bêdeng nemînin.

Pêwîstiya me Kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye û em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi cidî li ser vê mijarê bixebitin û berpirsên vê destdirêjiyê ceza bikin.