Welatparêzê Kurd ê Êzidî Hasan Akin jiyana xwe ji dest da. Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê peyameke sersaxiyê weşand.
Welatparêzê Kurd ê Êzidî Hasan Akin ku bi navê Hepsûno dihate naskirin, di 2’ê Îlona 2020’an de ji ber nexweşiya pişikê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakur (KMGÊ) peyameke hevpar a sersaxiyê weşandin.
Di peyamê de hate bibîrxistin, ku Akin ê sala 1984’an koçberî Elmanyayê bû, li bajarê Bîelefeldê demeke dirêj tevlî karên Yekîtiya Êzidiyan bû.
Di peyamê de hate gotin, “Hepsûno mirovekî nefsbiçûk, sade, kedkar, aştîxwaz û mirovhez bû. Li derdora xwe alîkariya wî dida her kesî. Lewma jî hem di nav gundiyên xwe de hem jî li derdora xwe kesekî pir dihat heskirin bû.”
Saziyan sersaxî ji malbata Akin, civata Êzidî û gelê Kurd re xwestin.