Weqfa Bertelsmann ku navenda wê li Elmanyayê de, ji sala 2004’an û vir ve du salan carekê encamên lêkolîna xwe ya “Endeksa Veguherînê” diweşîne.
Li gorî rapora dawî ya weqfê, demokrasiya li tevahiya cîhanê lawaz bûye.
Weqfê cihekî berfireh da kiryarên dewleta Tirk.
Di raporê de hate bibîrxistin ku piştî referandûma guhertina destûra bingehîn a sala 2017’an dewleta Tirk di Hezîrana 2018’an de derbasî sîstemeke nû bûye.
Weqfê diyar kir ku ji bo siyaseta Tirk serdemek nû destpê kir û ragihand, “Li şûna sîstema parlamenteriyê, sîstemeke nû ya serokatiyê hat ku serokkomarê heyî xwedî hêzeke mezin e. Vê dîktatoriya de facto bandor li ser polîtîkaya derve û demokrasiya Tirk kir.”
Di lêkolîna Bertelsmannê de hate ragihandin ku di kategoriya “Statuya Demokrasiyê” de Tirkiye ji nava 137 welatan di rêza 77’an de ye û ev yek jî nîşan dide ku êdî li Tirkiyeyê mirov nikare qala demokrasiyê bike, ya heyî ‘otokrasiya nerm e’.