Vê sibehê wesayîtek li bariyerên avahiya parlamentoya li Londonê ket. Bûyer sibehê saet di 07.37’an de pêk hat. Polîsên Londonê li ser twîtterê daxuyanî da û got ku, “Ajovan li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hate girtin.”

Polîsan diyar kir ku hinek peya birîndar bûne lê rewşa wan baş e.

Peyayê bi navê Ewalîan Ochab ji ajansa Press Assocîatîonê re axivî û got, “Wekî ku ev qestî hatiye kirin.” Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Wê piştî lêpirsînê derkeve holê, bê ka bûyer bi qestî pêk hatiye yan na.