Herêma dikeve navbera Çiyayê Siyanê û Masîroyê ya di navbera navçeyên Gevara Colemêrgê û Elbaka Wanê di 3’yê hezîranê de hate bombebarankirin.

Wezareta Karê Hundirîn piştî bombebaranê daxuyand ku 3 gerîlayên HPG’î jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn ku HPG’î Îlyas Ayaz bi nasnav Demhat Şero Welat ê wezaret gotibû jiyana xwe ji dest daye, li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hat zanîn tevî HPG’î Ayaz, HPG’iyekî din ê di pevçûnê de birîndar bûye jî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.

Hat zanîn ku rewşa HPG’iyê din giran e û di servîsa lênêrîna awarte de tê ragirtin û herwiha Ayaz jî ji ber perçeyên şarapnelan ji milê xwe birîndar bûye û rewşa wî baştir e.

Herçiqas li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundirîn cenazeyê 3 HPG’iyan anîbîn nexweşxaneyê jî hat zanîn ku tenê yek cenaze anîne nexweşxaneyê.