Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî, daxuyaniyek da û got; Li ser hinardeya petrola Herêma Kurdistanê lihevnekirine. Di civîna min ûû hempîşeyê min yê Tirkiyê de, behsa çareserkirina kêmkirina xeta petrolê ya di navbera her du welatan de hatiye kirin. Lê encam derneket. Ji bo vê jî biryar hate dayîn ku di demê pêş de komisyona hevbeş ya Iraq û Tirkiyê 9mîn civîna xwe li Bexdayê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî doh li Baxdayê bû bû û hempîşeyê xwe Fûad Husên re hevdîtin kir.

Medya Iraê jî ragihand ku di hevdîtina her du wezîran de tu lihevkirin çênebûye.