Wezîra Karên Derve ya berê ya Swêdê Ann Lînde, têkildarî desteserkirina îradeya gelê Wanê got:

Sendoq îradeya gel nîşan dide, divê rêz ji îradeya gel re bê nîşandan ku di hilbijartinê de destnîşan kiriye.

Ann Lînde, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û got:

Namzêdê DEM Partiyê ku ji bo Şaredariya Wanê hate hilbijartin, ji aliyê desteya hilbijartinê (dewleta Tirk) ve ji wezîfeyê hate girtin.

Ev ne normal e, divê rêz bê nîşandan.