Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde bersiv da pirsên parlamenteran ên li ser dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê û destnîşan kir ku bêyî rawestan wê dagirkeriya li Efrînê di hevdîtinan û li qada navneteweyî de timî bixin rojevê.

Ji Partiya Demokratên Swêdê Berdevkê Polîtîkaya Derve Markûs Wîechel 1’ê Sibatê pêşniyarek pêşkêşî parlamentê kiribû û ji hikumeta Swêdê xwestibû ku sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê li dijî mirovahiyê dike bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî û ji bo darizandina van sûcan bikeve nava hewldanan.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde bersiva da pêşniyara Wîechel û diyar kir ku ew tevlî nêrîna parlamenter dibe ya ku êşên li Efrînê bi têrkerî neketiye rojevê. Lînde anî ziman ku li gorî raporên ji herêmê digihêjin wan, tundiya li dijî gel zêde ye, mirovên ku sala 2018’an piştî dagirkeriyê ji navçeyê derketin hîn jî nikarin vegerin, li herêmê nêzîkatiyên cihêkar ên li dijî Kurdan û Êzidiyan dewam dikin.

Lînde diyar kir ku Swêdê dagirkeriya li Efrînê gelek caran xistiye rojeva navneteweyî û Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.

SÛCÊN ŞER ÊN ÇETEYAN DEWAM DIKIN

Lînde ragihand ku Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî, sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê ji nêz ve dişopîne û got, “Nûnerê Taybet ê Swêdê yê ji bo Sûriyeyê serdana Efrîniyên li kampên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji sala 2018’an ve ziyaret kir û ji bo diyarkirina pêdiviyên wan bi rêveberan re hevdîtin kir.”

Lînde destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê bi destê Tirkiyeyê bû sedem ku şer girantir bibe, rewşa mirovî bêhtir nebaş bibe û bi bîr xist ku heman piştî dagirkeriyê, Swêdê tevî Qûweytê ji bo ragihandina agirbestê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da.

Lînde ragihand ku heman piştî dagirkeriya li Efrînê, Swêdê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand û destnîşan kir ku wê dagirkeriya li Efrînê her tim bixin rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê.